• Saturday, 21 February 2026
logo

Li rojava 7 binkeyên leşkerî yên Amerîkayê hene

Li rojava 7 binkeyên leşkerî yên Amerîkayê hene
Artêşa Amerîka 7 binkeyên wê yên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê li navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de hene.

Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo ji rojnameya “El-Şerq El-Ewset” re ragihand, artêşa Amerîka 7 binke û firokxaneyên leşkerî yên li navçeyên rojhilata çemê Firat li navçeyên di bin kontrola HSD û YPGê de damezrandine û ya herî diyar jî binkeya jî firokxaneyeke mezin û pêşketî ya li Kobanê ye.

Herwaha di lîstê de 2 firokexane li Heseke û Qamişlo hene, yeke din li Dêrikê, firokxaneyek li Girê Spî û navendeke leşkerî li Minbicê hene, ku bi giştî 1300 leşkerên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî lê bicih dibin.

Ji bilî wan 7 binkeyan, binkeyeke din li Tinif ya li ser sînorê Sûriye – Iraq – Urdinê heye. Herwiha gotegotên damezrandina binkeyeke din li Şedadê ya Hesekê li nêzîkî parêzgeha
Top