Holand: Dibe ku li Tirkiyê alozî derkeve
Wezareta Derve ya Holandê ji welatiyên xwe xwest ku ji ber Merasîmên Bîranîna Hewldana Kudetaya Leşkerî baldar bin.
Herwiha wezaretê welatiyên xwe agahdar kiriye ku ji cihên qerebalix dûr bikevin û haya wan ji xwe hebe.
Wezareta Derve ya Holandê weke din bal kişandiye ser wê yekê, ku di merasîman de dibe ku alozî derkevin û merasîm bibin sedema tundiyê.
rudaw
