• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî serxweşiyê li Mistefa Amêdî kir

Serok Barzanî serxweşiyê li Mistefa Amêdî kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Kak Mistefa Hisên Amêdî (Midîr)

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Kak Ehmedê birayê we gihîşt min.

Bi vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yê birêz û malbata we ya têkoşer û hemû xizm û kesûkarên we û hevalên xwedê jêrazî dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwadayê mezin hêvîdarim giyanê Kak Ehmed bixe ber dilovaniya xwe û aramî û sebirê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
05.07.2017

Top