• Saturday, 21 February 2026
logo

Ebadî: Ji bo danûstandinên li gel Kurdistanê, ti mercê me yê pêşwext nîne

Ebadî: Ji bo danûstandinên li gel Kurdistanê, ti mercê me yê pêşwext nîne
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ji bo danûstandinên li gel Kurdistanê, ti şert û mercê wan ê pêşwext nîne.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di konferanseke rojnamevaniyê de li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê diyar kir: “Ji bo çareseriya pirsgirêkên li gel Kurdistanê yên ku hatine sekinandin, ti şert û mercê me yê pêşwext nîne.”

Li ser pirsa petrolê Heyder Ebadî got: “Ji bo mijara petrolê em dixwazin şefafiyet hebe. Petrola ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane difroşe û dişîne derve, di derbarê wê de li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê gotûbêj were kirin û rayedarên Herêma Kurdistanê bi zelalî derxin holê. Bi taybetî jî mijara petrolê.”

Ebadî herwiha diyar kir: “Her roj zanyariyên berfireh têne destê me ku petrola Herêma Kurdistanê çend e û çawa petrol difroşin. Niha rêjeya petrola ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê difiroşe, di asteke baş de ye.”

Rudaw
Top