Hikûmeta herêma Kurdistanê: Em daxwaz li Amerîka dikin di serxwebûnê de alîkarê me be!
Di ahenga komeleya dostên Amerîka û Kurdistanê ya di roja serxwebûna Amerîka de, berpirsê fermangeha peyvendiyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragehand, hikûmeta Iraqê daxwaza gelê Kurdistanê ya pêkvejiyanê red kiriye.
Felah Mistefa amaje bi vê yekê kir ku herêma Kurdistanê dixwaze derfetek di referandomê bê kirin ve ji gelê Kurdistanê re bê dayîn, ku bikare çarenivîsa xwe diyar bike û herwaha daxwaz ji gel û hikûmeta Amerîkayê kir, di proseya referandom û serxwebûna Kurdistanê de alîkarê gelê Kurdistanê bin.
basnews
