HSD derbasî nava Reqaya Kevin dibe
Di daxuyaniyê de hatiye, “Ji koma 2 hezar û 500 metro ji dîwarê dîrokî ya bajêr, tenê 25 metro jê hatin bpmbebarankirin, da ku HSD bikare tê re êrîşî ser baregehên DAIŞê bikin.”
Roja 2 Tîrmehê, HSDê çemê Ferêt derbas kir û ji aliyê başûrê Reqayê ve çû nava bajarê Reqayê.
Roja 6 Hezîranê operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê dest pê kir. HSDê heta niha 5 tax ji Reqayê kontrol kiriye û di her sê aliyên rojava, bakur û rojhilatê Reqayê di pêşveçûnan de ye.
Basnews
