• Saturday, 21 February 2026
logo

Hemin Hewramî: Kurdistan ji serxwebûna aborî û polîtîk re amade ye

Hemin Hewramî: Kurdistan ji serxwebûna aborî û polîtîk re amade ye
Li Enqereyê di 21ê Hezîranê de ji aliyê Dezgeha Siyaset, Civak û Aborî (SETA) ve panela bi navê ‘Li Herêma Kurdistanê Lêgerîna Serxwebûnê’ hat sazkirin. Ligel Balyozê Iraqê yê Enqere Hisam Al-Alawî, Rawijkarê Serokkomar Îlnur Çevik, gelek dîplomat û Rawijkarê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Hemin Hewramî jî beşdarî panelê bûn.

Piştî panelê Hewramî ji Heftenameya Basê re axivî û got, piştî referandûmê îlankirina serxwebûna Kurdistanê dê li herêmê bibe perestgeha ewlehiyê û dê îstîkrarê zêde bike. Hewramî di derheqê ‘îddiayên serxwebûna Kurdistanê dê tesîrê li Kurdên Tirkiye, Suriye û Îranê jî bike’ de wiha axivî: “Ev referandûm girêdayî Kurdistana Iraqê ye. Ev ne girêdayî Kurdên Îran, Suriye û Tirkiyeyê ye. Çar meseleyên me cuda yên Kurdî hene. Daxwazên cuda yên Kurdên Îran, Tirkiye û Suriyeyê hene. Em çawa sînorên Iraqê naguherînin wisa sînorên navnetewî yên Tirkiye, Îran û Suriyeyê jî naguherînin.”

“Li herêmê berjewendiyên me û Tirkiyeyê hevpar in”

Hewramî têkiliyên Tirkiye-Kurdistanê jî nirxand û wiha axivî: “Tirkiye şirîkê me yê stratejîk e. Di van 6 salên dawî de têkiliyên me bi Tirkiyeyê re pêşketin û derket holê ku em ne tehdît in. Li herêmê berjewendiyên me yên hevpar hene. Dema têkiliyên niha li gor yên 15 salan qiyas dikin nêrîna Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê gelek erênî ye. Tirkiye jî vê dizane. Em garantiya vî tiştî didin Tirkiyeyê: Hebûna Kurdistanê piştî serxwebûnê bêguman bo Tirkiyeyê ne talûke ye. Em têkiliyên wan ên ligel Iraqê, nêrîna wan di derheqê referandûmê de dizanin û têdigihin. Lê em wan qanih dikin ku serxwebûna Kurdistanê li herêmê cihê îstîkrarê ye û li gor berjewendiyên Tirkiyeyê ye. Ev yek jî dê bo wan û me ya herî baş be.”

“Em dixwazin ji Bexdayê bi aşitiyane veqetin”

Hewramî destnîşan dike ku piştî referandûmê dê ligel Iraqê danûstandinên pir dirêj bên kirin û wiha didomîne: “Piştî referandûmê dê hevdîtinên dûvdirêj ligel Bexdayê bên kirin. Em ê li ser ‘çawa’ya birêvebirina encamên referandûmê biaxivin. Ev yek dê wext bistîne. Ev sebra me heye. Em dixwazin ligel Bexdayê bigêhin konsensûsekê. Heta em bigêhin vê lihevhatinê dê wext bigire. Em dixwazin daxwaza mirovan bi rêya aşitiyane çareser bikin û bixin rê.”

Hewramî di derheqê daxûyaniyên YE, DYA û welatên Ewropa ku dibêjin dê serxwebûn îstîkrarê têk bibe de jî diyar dike ku: “Erênî an jî neyênî bertekên heta niha li gor dilê me ne. Veqetîna Kurdistanê ji Iraqê dê dem bigire. Em ê îstîkrara têkçûyî ya Iraqê bikin ku bibe xwedî îstîkrareke mayînde. Mînak me derbeyeke mezin li DAIŞê da. Pêşmerge 31 hezar km çargoşe ji DAIŞê rizgar kir û azad kir. Me di şerê li dijî DAIŞê de hezar û 715 Pêşmerge şehît daye. Kurdistan diyar dike ku li hember terorzîma navnetewî amade ye têbikoşe. Em li dijî wan gotinên ku dibêjin dê referandûm îstîkrara herêmê têk bibe ne û em di wê baweriyê de ne ku dê dewleta serbixwe ya Kurdistanê bibe cihê êmîndarî û îstîkrarê li herêmê.



“Kurdistan bo îlankirina serxwebûnê amade ye”

Herî dawî Hewramî di axaftina xwe de diyar dike ku Kurdistan amadeye serxwebûna xwe ya aborî û polîtîk bidest bixe û wiha didomîne: “Kurdistan bi aborî û polîtîkaya xwe amade ye serxwebûna xwe ragihîne. Dema hûn qala îdarekirina herêma xwe dikin ev nîşaneya kirina tîcaretê li hember raya navnetewî, Banka Cîhanî û IMF danûsatandinên tîcarî bikin. Bo li Kurdistan bingeha aboriyeke zexim bê avakirin hûn dikarin rasterast hev teşwîq bikin. Bo em aboriya xwe xurt bikin em serxwebûnê dixwazin. Eger hûn ji me daxwaza derfetên baştir bikin ez ê jî ji we vê pirsê bikim: ‘Wexta rast kengî ye?’ Ji ber ku wext û derfetên guncav tune ne. Niha bo biryardayînê ya dema herî baş e.”

“Xeyaleke hestiyarî ye”

Li aliyê din Konsolê Iraqê yê li Enqereyê Hisham Al-Alawî di panelê de wiha diaxive: “Ez vê rewşa bo Kurdistanê ku xeyaleke hestiyarî ye fêm dikim. Dema em li destûra bingehîn a Iraqê dinêrin dewleteke serbixwe, demokratîk û federal dibînin. Dibe ku referandûm li gor daxwaza raya giştî ya ku serokên Kurdan dixwazin bikin encam bide.”

Alawî axaftina xwe wiha bidawî tîne: “Ji bilî vê yekê divê em mijarên ciddî bînin berçavan û li gor wê tev bigerin. Di nav herêmê de mijarên navxweyî hene, pirsgirêkên aborî û ewlekarî hene. Serxwebûna aborî pir girîng e. Pirsgirêkên bi Kurdistanê û cîranên wê re têkildar in hene. Divê em tekoşîna DAIŞ û hêzên tundrew bidomînin. Ji ber ku Tirkiye û Îran jî daxil dê li hember rakirina îstîkrara herêmê bisekinin. Ez vê rewşa bo Kurdistanê ku xeyaleke hestiyarî ye fêm dikim.”

“Em ji encamên referandûmê bi guman in”

Rawijkarê Giştî yê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdoğan Îlnur Çevik jî dibêje: Ji ber tekoşîna Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê li hember DAIŞê em li vir bi tena serê xwe li hember PKKê doz dikin. Ev yek jî dê bibe sedema pirsgirêkan. Herwiha em di baweriya têkçûna îstîkrarê de ne. Herêma Kurdistanê, bi navbeynkariya Tirkiyeyê dixwaze nefta xwe bifiroşe. Di heman demê de dixwaze ligel Bexdayê jî rêkeftinekê pêk bîne. Ev pere dê hinek di bankayan de bên sekinandin û hinek dê ji Iraqê re hinek jî ji Herêma Kurdistanê re bên şandin. Bi rastî em weke Tirkiyeyê şikestin û betilandinekê dibînin û weke Tirkiyeyê dixwazin bibin alîkar. Lê belê ji ber tekoşîna Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê li hember DAIŞê em li vir bi tena serê xwe li hember PKKê têdikoşin. Tirkiye ev gumanên xwe ji Barzanî re gotin. Me got ku em ji vê referandûmê pir ne memnûn in. Em ji encamên vê referandûmê biguman in.”

“Rêya herî baş bikaranîna diyalogê ye”

Herî dawî Midûrê berê yê saziya fikar û lêkolînan a Iraqê (Nahrain Center) Hemze Cuburî jî di derheqê referandûma serxwebûnê de radigihîne ku: “Kurd, daxwaza dewleteke serbixwe dikin. Proseyeke wiha dixwazin û dibêjin ku dewleteke me tune ye. Tê îddîakirin ku hikûmetê para mûçeya Kurdistanê qut kiriye. Dema em dipirsin ku çima budçe birriye jî dibêjin ‘Kurdistanê serxwebûna aborî îlan kiriye’ Proseyeke zelal li hember me ye û çend xeteyên ji daketina bihaya neftê jî li holê ye. Li gor min rêya herî baş bikaranîna diyalogê ye. Li gor min divê em ji hev fêm bikin û bo çareserkirina pirsgirêkan bikevin diyalogê.”

Cuburî herî dawî amaje pê dike ku serxwebûna Başûrê Kurdistanê dê tesîrê li Kurdên Îran, Turkiye û Suriyeyê bike ku ew ê jî daxwaza serxwebûna xwe bikin.”

Basnews
Top