Îrfan Kerkûkî: Turkmen parçeyek ji Kurdistanê ne
Îrfan Kerkûkî, sedema ku wê dengê xwe bidin referandûma serxwebûna Kurdistanê anî zimên û got: “Di 2014an de, dema DIŞIê êrîşî ser Turkmenan kir hikûmeta Iraqê bêdeng ma û xwedî li me derneket. Hikûmeta Iraqê bi tu pirsgirêkek Turkmenan re têkildar nebûye û serê xwe pê neêşandiye”.
Serokê Partîya Gel a Turkmenan Îrfan Kerkûkî, herweha anî zimên ku yên xwedî li wan derketine û ew ji êrîşên terorîstên DIŞIê parastine, ne artêşa Iraqê, lê pêşmergeyên Kurdistanê ne û got: “Di dema êrîşên DIŞIê de leşkirên Iraqê ji Kerkûkê revîyan Bexdayê. Lê pêşmergeyên Kurdistanê hem xwedî li Kerkûkê, hem jî li gelê Turkmen derket û ew ji êrîşên DIŞIê parastin”.
Îrfan Kerkûkî, di dawîya gotinên xwe de eşkere kir ku “Turkmen parçeyek ji Kurdistanê ne û em dixwazin beşdarî referandûma serxwebûna Kurdistanê bibin”.
