• Saturday, 21 February 2026
logo

Meşa CHPê û helwesta Kurdan; Gelo ‘Meşa Dadê’ ji bo herkesî ye?

Meşa CHPê û helwesta Kurdan; Gelo ‘Meşa Dadê’ ji bo herkesî ye?
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kılıçdaroğlu piştî girtina Parlamenterê CHP ê Stenbolê Enis Berberoğlu û ligel Gerînendeyê Giştî yê rojnameya Cumhuriyetê Can Dündar û nûnerê Enqereyê yê heman rojnameyê Erdem Gül ku di doza TIRên MÎTê de dihat darizandin û hat girtin, ‘Meşa Dadê’ da destpêkirin. Malbatên ku zarokên wan bi KHKyan ji karên xwe hatin dûrxistin, rojnameger, siyasetmedar, Tevgera Hezîranê, ODP, Malên Gel (Halkevlerî), Partiya Emekê û girseyek jî beşdarî ‘Meşa Dadê’ ku 15ê Hezîranê ji Guvenparka Enqereyê destpê kir û wê li ber Girtîgeha Maltepeyê ku Berberoğlu tê de girtî ye bidawî bibe bû. Lêbelê mijara ku herî zêde hat niqaşkirin ew bû ku HDP û ji wê zêdetir piştgiriya Kurdan a bo vê meşê bû. Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Türk,ku ji peywîra xwe hatibû dûrxistin, diyar kir ku ew ê jî beşdarî meşê bibe û HDPê jî piştgiriya xwe bo vê meşê ragihandibû. Kurdan bi awayekî rijd anîn ziman ku Meşa Dadê çalakiyeke girîng e û divê ne li ber deriyê Girtîgeha Maltepeyê li ber Girtîgeha Edîrneyê ku Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş lê tê girtin bidawî bibe. Kılıçdaroğlu jî di her fersendê de eşkere kir ku ev çalakî wê li Maltepeyê bi mitîngekê bidawî bibe.

Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ku di Gulana 2016an de yasaya rakirina parêzbendiya parlamenteran anîbû parlamentoyê û di dengdana li ser vê mijarê de CHPê dengên ‘Erê’ bikaranîbû û herwiha ji girtina Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş û parlamenterên HDPê re bêdeng mabû. Jibilî vê yekê Kılıçdaroğlu ragihandibû ku eger parlamenterekî wan ji bo betalkirina vê yasayê serî li Dadgeha Bilind bide, wê ji partiyê were dûrxistin. Lêbelê partiya opozîsyona Tirkiyê ya sereke li hemberî îhlalkirina maf û girtina hilbijartiyên Kurdan re ku ‘reşik’ên Tirkiyê ne, bêdeng ma û dema ku parlamenterê wan hat girtin ango ‘bêdadî li hemberî spiyan’ hat kirin destbi derxistina deng û çalakiyan kir. Herwiha tevî ku Kılıçdaroğlu li her derê bi awayekî zelal eşkere kir ku ew ê ‘Meşa Dadê’ li Maltepeyê bidawî bikin jî beşdarbûna Kurdan di vê meşê de di raya giştî ya Kurdan de jî bû cihê nerazîbûn û niqaşên cidî. Aliyekî Kurdan diyar kir ku divê piştgirî ji Kılıçdaroğlu re bê dayîn û aliyekî jî destnîşan kir ku CHP ji bo daketina qadan dereng ma. Herwiha aliyek jî dibêje eger meş heta Edîrneyê ku Demirtaş lê girtî ye bê dirêjkirinû li wê derê bê bidawîkirin, dibe ku Kurd piştgiriyê bidinê.

Ji Kurdan piştgirî bo Tirkên Kemalîst!

HDK diyarkiribû ku divê piştgirî bo Meşa Dadê bê dayîn û ji beşdarên xwe daxwaza beşdarbûnê kiribû. Piştî vê daxûyaniyê parlementerên HDPê jî diyarkirin ku ev meş bi wateye. Herî dawî jî siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ku bi salan e di nava siyaseta Kurdî de ye û di Mijdara îsal de hatibû girtin û paşê hate berdan jî diyarkir ku dê beşdarî vê meşê bibe. Ahmet Turk ji çapemeniya Tirkiyeyê re daxûyanî da û wiha axivî: “Em ê ziyareta Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroğlu bikin ku vê meşê dimeşîne. Heta tendûristiya min misaade bike ez ê tevlî vê meşê bibim. Divê piştgiriya meşê bê kirin. Divê li hember rejîmeke otorîter yekîtî bê avakirin.”

Parlementerê Kurd yê CHPê Sezgîn Tanrikulu berê ji Heftenameya Basê re axivîbû û amaje pê kiribû ku: “Ev meş bo Kurdan jî girîng e ku mexdûriyetê dikişînin. Ev ne meşa CHPê ye ya hemû mexdûran e. Pêkane ku weke 16ê Nîsanê yekgirtinek pêk were. Mexdûriyetê zemîneke hevpar ava kiriye û ev zemîn nakeve binê sîwana partiyeke siyasî.”

Meşa Sembolîk!

Di vê çarçoveyê de Serokê Fraksiyona HDPê û Parlementerê Mûşê Ahmet Yildirim jî ji Heftenameya Basê re axivî û wiha got: “Em ê weke sembolîk çend deqîqeyan bimeşin.”

Yildirim axaftina xwe wiha didomîne: “Em ji roja ewil ve ne li hemberî vê meşê ne. Me piştgiriya xwe bo wan nîşan daye û me diyarkiriye ku divê ev meş bê belavkirin û mezintir bibe.” Em ne yê di nav meşê de lê em di pozîsyona piştgiriyê de bûn. Di nava van çend rojan de em ê ziyareta wan bikin. Ev ziyaret dê ne bi armanca beşdarbûna meşê be, bo piştgiriya divê ev meş heta encam bê standin bidome ye. Yanî em naçin meşê, em bo piştgiriya xwe bo meşê nîşan bidin diçin. Belkî bi awayekî sembolîk çend deqîqeyan ligel wan bimeşin jî.”

Kulîs: Di nav HDP de nerazîbûnên bo piştgiriya CHP

Wekî din li gorî agahiyên ku rojnameya Basê ji kulîsên HDPê bi dest xistine, di nav partiyê de hin alî piştgiriya HDP ku bo CHP tê dayîn şaş dibînin. HDP’yiyek ku ji Basê re axivî û nexwest navê xwe bide bo vê rexneya xwe wiha axivî: “Ez ji hewla CHP ya li dijî me aciz im. Di hewldanên ku piştî zîyaretên dîalog û muzekerayên referandûmê de û min berê jî ji hevalan re got, lê belê ez wek şexs piştgiriya HDP ya bo CHP şaş dibînim. Ez wisa difikirim ku partiyeke ku di mijara rakirina parêzbendiya parlamenteran de, li cem MHP û AKP ciyê xwe girtibe, ji têkoşîna dad û demokrasiyê gelek dûr e.

Partiyeke ku niha nêzî sedan serokên şaredariyan ji kar hatine dûr xistin heye, bajarên ku bi qayyuman tên rêvebirin hene, bo rakirina parêzbendiyan parlamenterên wan di meclîsê de deng daye û behsa dadê dikin. Her wisa partiyeke ku ne derbarê şarederiyan ne derbarê parlamenteran ne jî derbarê êşên ku li erdnîgariya Kurdan de tê kişandin heta niha peyvek negotiye, bo vê partiyê dayîna têkoşîna dad û demokrasiyê evqas zehmet e. Ez ji ber ku sekna wan ya pratîkê dibînim, ev yek nakeve hişê min. Lê belê partiya me biryareke wisa girtiye. Ger gazî min bikin welehî ez naçim. Mesafexistina navbera xwe û Kurdan me xemgîn dike. CHP bi partiyên ku di bin bendavê de mane re jî hevdîtinan dike, lêbelê herî dawî bi HDPê re hevdîtinê pêk tîne. Ev jî bi darê zorê çêbû.”

Helwesta CHPê di derbarê beşdarbûna HDPê de ne zelal e

Piştî referandûma destûrê ya 16ê Nîsanê Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu serdana aliyên gotibûn ‘Na’ kiribû. Kılıçdaroğlu di vê çarçovê de serdana HDPê jî kiribû û piştî vê serdanê hatibû îddîakirin ku herdu partî dê di bin sîwana ‘Eniya Na’ an jî ‘Eniya Demokrasiyê’ hevbigirin. HDPê jî ji bo ku ‘Eniya Demokrasiyê’ ava bikin bang li CHP kiribû. Lêbelê Kılıçdaroğlu ku di rakirina parêzbendiyan de helwesta xwe weke ‘Erê’ nîşan dabû li hemberî vê banga HDPê jî bêdeng ma û bersiv neda. Kılıçdaroğlu bi ‘Erê’kirina piştgiriya rakirina parêzbendiya rêya proseya girtina Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş û parlamenterên HDPê vekir û û bêdeng ma, piştî ku parlamenterê wan hat girtin destbi çalakiyan kir. Lêbelê tevî van hemûyan jî HDPê di her fersendê de piştevaniya xwe ji çalakiya CHPê re eşkere kir. Herwiha beriya meşê îddîayên ku wê Kılıçdaroğlu, li girtîgehê serdana Demirtaş bike jî weke amadekariyên pêşwext bo hilbijatinên 2019an hatin nirxandin. Kurd jî ku piştevaniya HDPê ya bo CHPê rexne dikin, vê rewşê weke ku ‘CHP hewl dide di hilbijartinên 2019an de Kurdan rakişîne aliyê xwe’ dinirxînin. CHP li hemberî qedexe, şer, pevçûn, koç û kuştina sivîlan ku di 2015-2016an de bi awayekî tund li bajarên Kurdan qewimîn, bêdeng ma û Kurd radigihînin ku ji ber vê helwesta CHPê divê Kurd beşdarî meşê nebin. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin taybet jî li Stenbol û Enqerê Tirkên di nava HDPê de piştgiryê didin vê meşê, lêbelê Kurdên di nava HDPê de helwesteke berovajî nîşan didin û dibêjin ku divê Kurd beşdar nebin. Herwiha ji ber helwesta li hemberî meseleya Kurdî ya rêveberî û girseya wê CHP, tevî piştgiriya HDPê jî naxwaze vê yekê gelek nîşan bide û naxwaze HDP li aliyê wê bisekine. Desthilat jî ji roja pêşiyê û vir ve bertekên tund nîşanî biryara Kılıçdaroğlu dide. Wezîrê Dadê Bekir Bozdağ, di daxuyaniya xwe ya li ser ‘Meşa Dadê’ ragihandibû: “Vala xwe aciz dikin”. Biryara HDPê ya piştevaniyê, dibe ku Kurdan careke din bike armanc.

Basnews
Top