• Saturday, 21 February 2026
logo

Ehmed Cerba: Divê Kurd wekî duyemîn neteweya Sûriyê bên qebûlkirin

Ehmed Cerba: Divê Kurd wekî duyemîn neteweya Sûriyê bên qebûlkirin
Serokê Şepêla Siberoja Sûriyê Ehmed Cerba, ragihand ku divê Kurd wekî duyemîn neteweya Sûriyê bên qebûlkirin.

Di Hevpeyvînekê de li gel rojnameya Şerq Elewsed a Erebî de, Serokê Şepêla Siberoja Sûriyê Ehmed Cerba got ku sîstema nenavendî çareseriya herî baş e ji bo Sûriyê.

Ehmed Cerba herweha got ku Kurd beşek in ji tevna Sûriyê û divê wekî duyemîn neteweya Sûriyê bên qebûl kirin û mafên wan bên pejirandin.

Cerba ku hêzên wî yên bi navê Nuxbe li kêlek HSD şerê kontrolkirina Reqayê dikin da zanîn ku pêwendiyên wan bi Rêveberiya Xweser re bihêz in û dê di demeke nêzîk de bihêztir bibin.

Derbarê birêveberiya Reqayê piştî kontrolkirina wî bajarî de, Cerba tekez kir ku sê encûmeneke sivîl ji xelkê Reqayê bi xwe bajêr bi rê ve bibe.

Serokê Şepêla Siberoja Sûriyê derbarê pêwendiyên wan bi Herêma Kurdistanê re de got ku pêwendiyên wan bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re stratejîk in û pesnê helwesta Barzanî li hember gelê Sûriyê da.

Rudaw
Top