Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Brîtanya li Hewlêrê kir
Li hevdîtinê de Konsolê nû yê Brîtanya li Hewlêr pesnê rola Serok Barzanî ya li xebata gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadiyê kir û her wiha balkişand li ser gotara Serok Barzanî ya li rojnameya Washington Post ya di derbarê referandûm û serbixweyî ya gelê Kurdistanê û wê yekê jî xisterû ku li erk û karê nû da hewleke bi tevahî dide ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê.
Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û qonaxa piştî Da'îşê nirxand û ronahî xiste li ser biryara referandûma Kurdistanê ya li 25 ê meha Eylûla 2017 û her wiha behsa dîroka hevbeşa gelê Kurdistanê li gel dewleta Iraqê û wan êşan kir ku ji aliyê hikûmetên Iraqê ve beranber gelê Kurdistanê hatine encamdan.
