HDP: Destwerdana Efrînê metirsiya şerê kurd û tirk zêdetir dike
Lijneya Rêvebiriya Navendî ya HDPê bi daxuyaniyekê ragihand: “Koalîsyona AKP-MHPê, gelek leşker, yekîneyên zirxpoş û çeken giran şandine sinorê Hatay û Kilîsê da ku Efrînê û Sûriyeyê dagir bike. Ev çend roj in, Efrîn di bin topbaranê de ye. Gund tên valakirin.”
HDPê siyaseta hikûmeta AK Partiyê ya li Iraq û Sûriyeyê rexne kir û diyar kir, ku vê siyasetê ti encamp nedane.
Di daxuyaniya xwe de HDP dibêje, hikûmeta AK Partiyê ji bo qeyrana navxweyî veşêre, dorpêça cîhanî bide jibîrkirin, herwiha ji bo desthilatiya xwe qayîmtir bike, hewl dide hestên neteweperest bilind bike.
HDP diyar dike: “Koalîsyona AKP-MHPê amadekariyê dike da ku li Sûriyeyê têkeve nav macerayeke nû. Her wisa berdêla van hewldanan jî ciwan û hemû pêkhateyên civakê didin.”
Di berdewama daxuyaniya HDPê de wiha tê gotin:
“Ev pêngav, têkbirina têkoşîna li dijî DAIŞê ye. Bi vê yekê hewl didin têkoşîna li dijî DAIŞê, ku li Reqayê hatiye dorpêçkirin, têk bibin.”
HDP hişyariya wê yekê dide ku egera ketina Efrînê metirsiya şerê di navbera kurd-tirk, ereb-kurd de zêdetir dike û dibêje: “Ev xeletiyeke mezin e û nayê qebûlkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de HDP dide xuyakirin, ku ev siyaset dê welat û civaka Tirkiyê bixe nav kêşeyên mezintir û bang li hemû aliyan dike da ku li dijî polîtîkayên hikûmetê bisekinin.
Rudaw
