Gelo Tirkiye dê bikeve Efrînê?
Artêşa Tirkiyê ji destpêka îsal ve hêzên xwe yên li derdora Enqerê û Stembolê dikişîne ser sînora Efrîna Rojavayê Kurdistanê.
Herçend di ragihandinê de gelek caran behsa êrîşeke Tirkiyê ya li ser Efrînê tê kirin lê ji aliyê rayedarên hikûmeta Tirkiyê ve ev yek bi awayeke eşkere dihate redkirin.
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Veysî Kaynak, beriya 3 rojan ev gotegot piştrast kir û got: “Bakûrê Sûriyê, Efrîn bûye hêlîna terorîstan û pêwîst e ev herêm ji wan bê paqijkirin.”
Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş jî got: “Rêxistina terorê li Efrînê gulle û topan davêjin xaka Tirkiyê û artêş jî Tirkiyê bersiv dide.”
Lê farmandarê hêzên YPGê li Efrînê Mehmûd Berxwedan, ji çapemeniya Amerîkayê re axivî diyar kir, ku ev 6 sal in ji Efrînê ve guleyek bi aliyê Tirkiyê ve nehatiye avêtin.
Berexwedan got: “Berovajî Tirkiyê hertim topan davêje û gulle berdide xelkê Efrînê. Ev dereweke Tirkiyê ye, da ku êrîşên xwe li ser Efrînê rewa bike.”
Niha artêşa Tirkiyê gelek hêzên xwe li ser sînor û derdora Efrînê bicî kirine. Ji çardorên Efrînê topxaneyên Tirkiyê derdora Efrînê topbaran dikin.
Li Kilîsê hêz hatine bicihkirin û ji wir Artêşa Tirkiyê piştevaniya hêzên opozisyona Sûriyê yên li Ezaz û Mariê dike û topan davêje gundên Qestel Cindo, Îkîdamê, Qitmê, Kefer Cenê, Merenazê yên nahiya Şerra ya Efrînê.
Hêzên Tirkiyê yên li Îslahiya Dîlokê li nîzîkî gundê Kurdo, Şîngîlê, Bîkê yên girêdayî nahiya Bilbilê bicîh bûne û ji wir topan davêjin gundên Bilbilê.
Li ber gundê Mîdan Ekbes, Penîraka, û Qerebaba yên nahiya Reco jî leşker hatine bicîhkirin û ev gund tên topbarankirin.
Dîsa Artêşa Tirkiyê ji qereqolên li navçeya Qirixanê ya Hatayê, topan davêje gundên Hemamê, Senorê, Qermîtliqê ya Efrînê.
Herwiha topxaneyên Tirkiyê yên li navçeya Kumluya Hatayê topan davêje gundên Dêrbelût û Tilsilor a Cindirêsê.
Li herêma Şêx Berekat a Idlibê baregaheke leşkerên Tirkiyê heye. Ji wir jî topan davêjin gundên Şêrewa Basûfan û Îska yên Efrînê.
Topbarana hêzên Tirkiyê bi van ve jî xilas nebe. Baregahên hêzên Tirkiyê yên li Ezazê, Mariê û Dabiqê gundên Şera û Arfadê, herwiha Şehbayê topbaran dikin.
Derbarê tevgera Tirkiyê ya li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê de, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan aşkere gotibû ku ew bi ti awayî rê nadin dewletek kurdî li bakûrê Sûriyê çêbibe.
Lê li gor gelek çavdêran dibe ku niha Tirkiyê derbasî Efrînê nebe. Egera mezin ew ê, ku tev hêzên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, êrîşî Arfadê ango Tilrifatê û Minixê û herwiha gundên Şehbayê bikin. Bi vî awayî Efrînê bi temamî ji deverên din yên Rojayê Kurdistanê qut bikin, dorpêç bikin.
Di vê rewşê de çavê hemû aliyan li ser helwesta Amerîka û Rûsyayê ye ka ew dê rê bidin Tirkiyê van operasyonan bike yan na. Rojên pêş me dê bersiva van pirsan zelal bibe.
Rudaw
