• Saturday, 21 February 2026
logo

10 zarokên kurdên êzidî hatine rizgarkirin

10 zarokên kurdên êzidî hatine rizgarkirin
Berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzdî ya girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hisên Koro ragihand, ku 10 zarokên din ên kurdên êzdî li Mûsilê hatine rizgarkirin.
Hisên Koro ragihand, ku ew 10 zarokên Kurdên Êzdî bi hemahengiya li gel hêzên iraqî, li rojavayê Mûsilê hatine rizgarkirin.
Koro da zanîn, ku temenên wan di navbera 4 heya 15 salan de ye û dê wan zarokan vegerînin cem kesûkarên wan ên li parêzgeha Duhokê.
Hêjayê gotinê ye, ku Fermandarê Polîsên Federalî ya Iraqê Şakir Cewdet doh li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya facebookê ragihandibû, ku li taxa Şîfa ya Mûsilê 30 kesên sivîl ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.
Top