• Saturday, 21 February 2026
logo

Li çiyayayê Herekolê 9 endamên PKKê hatine kuştin

Li çiyayayê Herekolê 9 endamên PKKê hatine kuştin
Parêzgeriya Sêrtê ragihand, li çiyayayê Herekolê 9 endamên PKKê di encama operasyoneke esmanî de hatine kuştin.

Parêzgeriya Sêrtê derbarê mijarê de, daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku li çiyayêyê Herekolê komeke endamên PKKê hatine dîtin, ku amedekariya êrîşekê dikirin. Li ser vê yekê bi balafirên şerî yên bi cûre F 16 operasyoneke esmanî pêk hatiye û 9 endamên PKKê canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya Parêzgeriyê, ji 12 Heziranê ve li çiyayê Herekolê li dijî PKKê operasyoneke berfereh tê bi rê ve birin û heta niha 23 endamên PKKê canê xwe ji dest dane.

Ji aliyekî din ve, duh jî HPGê ragihandibû ku hêzên wan 4 leşkerên Tirkiyê li devera Zapê kuştine.

K24
Top