Cîgirê serokwezîr digel şandeyeke balaya wezareta derve ya Almaniyayê dicive
Di civînê de ku, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê û konsulê giştiyê Almaniyayêyê Hewlêrê Amade bûn, rewşa cenga dijî terorê û rewşa siyasî û pirsa referendûmnê hatin minaqeşe kirin.
Talebanî got ku DAÎŞ roj bi roj ber bi nemanê diçe û pêwîste her ji niha amadekarî ji bo amadekirina pilana piştî DAÎŞ bên kirin, bi taybeyî hikûmeta nawendî divê li wan deverên di bin destê DAÎŞê debûn û niha hatine rizgar kirin, siyaseta xwe di berçavan re derbas bike û siyaseta xwe bigihere bi awayekî ku êdî hemû pêkhate û alî di nawendên biryardanê de xwe bibînin û di îdarekirina welat de beşdar bin.
Cîgirê serokwezîr li dor rewşa siyasiya navxwe got ku, tiştek neveşartiye ku nakokiyên siyasî li Herêma Kurdistanê hene û tesîreke xerap kiriye ser rewşa giştî, lê di heman demê de ji bona çareserkirina wan pirsgirêkên navxweyî xebatên cidî hene û ber bi çareseriyê diçe.
Talebanî ji şandeya balaya wezareta derve ya Almnaiyayê re got ku, gelê Kurdistanê jî weke hemû gelên cîhanê maf heye çarenivîsa xwe diyar bike û li ser paşeroja xwe biryar bide, gelê Kurdistanê xebat ji bona bidestxistina mafên xwe yên rewa kiriye û mafê tu alyan jî bin pê nekiriye.
Walter Lendez wezîrê dewletê û cîgirê wezîrê derve yê yê Almnaiyayê qaremaniya pêşmegeyê Kurdistanê di cenga dijî DAÎŞê de bilind nirxand û tekîd kir ku hevkarî û hevahengiya Almaniyayê digel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê leşkerî de, berdewam dibe.
