John Bolton: Kurd geheştina asta ragehandina serxwebûnê!
Li gor raporta malpera Dengê Amerîka, balyozê berê yê Amerîkayê li NYê John Bolton aşkera kir, Îran û Rûsya dostê me nînin û dema stratejîk a piştî DAIŞê êdî hatiye.
John Bolton ragehand; ‘’Temenê DAIŞê waye xilas dibe, lê pirsa serekî nebûna stratejiya demdirêj a Amerîkayê ya li hember vê valatiya siyasî ya li navçeyê ye ku pêwîste piştî DAIŞê bê tejî kirin, ji ber Îran û Rûsya ne dostên me ne.’’
Herwaha amaje bi vê yekê jî kir: ‘’Divê Amerîka piştevaniya leşkerî bo dewleta naha ya Iraqê kêm bike. Herçend Iraq xwe wek welatek ji pêkhateyên kurd, erebên sune û erebên şîe pênase bike jî, lê paytexta wê di bin desthilata şîe û hevpeymanê wan Îranê de ye.’’
John Bolton got: ‘’Kurd li Sûriyê û Tirkiyê yekdeng û yekparçe nînin û xwedî nêrîneke erênî nînin li hember Amerîka û li dijî hikûmeta Tirkiyê şer dikin, herçend, Receb Tayip Erdogan fikrê rojavayî yê komara Tirkiyê ya Ataturk gohertiye û ber bi Osmanîbûnê ve biriye û ev yek bûye cîhê nîgeraniyê.’’
Basnews
