• Saturday, 21 February 2026
logo

Fermandarên Pêşmerge: Heta pê li cesedê me nekin nikarin bikevin Kerkûkê

Fermandarên Pêşmerge: Heta pê li cesedê me nekin nikarin bikevin Kerkûkê
Berpirsê Eniya 4 û Jora Operasyonên Başûrê Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge Westa Resûl ragihand, îdîayên dibêjin helîkopterên li sînorê Kerkûkê difirin alîkariyê digihînin DAIŞê, ne rast in. Resûl herwiha got: “Heta pêşmergeyek jî sax bimîne, dijmin nikare xwe nêzîkî Kerkûkê bike!”



Roja Înê 30-06-2017, Jora Operasyonên Başûrê Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge, derbarê operasyonên li Kerkûkê û herwiha helîkopterên ku li sînorê Kerkûkê difirin, civîneke çapemeniyê sazkir.



Berpirsê Jora Operasyonên Başûrê Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge Westa Resûl derbarê gotegotên ku dibêjin, “helîkopterên şer hevkariya DAIŞê dikin” got: “Ev propaganda ne rast in. Ji ber ku ew helîkopter yên Operasyonên Hevbeş ên Bexdayê û bi hemahengiya Iraq û Amerîkayê li herêmê difirin. Wan helîkopteran bi serkeftî çeperên DAIŞê bombebaran kirine.”



“Ev propaganda xizmeta DAIŞê dikin”



Derbarê hebûna hêzên DAIŞê li Hewîce jî Resûl got: “Hinek propaganda dibêjin DAIŞê hêzeke zêde aniye Hewîce û dê êrîşê Kerkûkê bike. Dê Kerkûkê bike bingeha xwe ya duyemîn. DAIŞ di dema xwe ya herî bi hêz de jî xwest Kerkûkê dagir bike. Wê demê çekên herî pêşkeftî di destê wan de bû. Lê bersiva xwe girt. Niha ji aliyê leşkerî ve ji hêz ketine. Berpirsên wan kes nizane ka revîne kê derê. Moralê wan ketiye. Hêzeke wiha çawa dikare nêzîkî sengerên pêşmerge bibe?”



Resûl got: “Ez bang li aliyên siyasî yên Kerkûkê dikim ku bersiva van propagandayan bidin. Ev propaganda xizmeta DAIŞê dikin.”



Westa Resûl bi bîrxist ku pêşmerge û hêzên ewlekariya Kerkûkê 17 caran êrîşên DAIŞê yên li ser Kerkûkê têkbirine û got: “Pêşmerge bêyî ciyawazî hemû gel û pêkhateyên Kerkûkê diparêze.”



“Divê dezgehên ragihandinê hişyar bin”



Berpirsê Jora Operasyonên Başûrê Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge Westa Resûl ji dezgehên çapemeniyê jî xwest ku di dema belavkirina nûçeyan de zanyariyên rast bidin.



Westa Resûl got: “Divê hemû aliyên Kurdistanî, li hember van propagandayên medyayî agahdar bin û bersivê bidin. Divê ragihandina wan jî di vî warî de piştgiriyê bidin pêşmerge.”



Resûl diyar kir, ku hemû pêşmerge û fermandarên Pêşmerge her gav amadene Kerkûkê biparêzin û got: “Em hemû amade ne, Kerkûkê bi canê xwe biparêzin. Heta yek û yek pê li cesedê me nekin, nikarin derbasî Kerkûkê bibin. Ez we piştrast dikim, ku dijmin nikare nêzîkî Kerkûkê bibe.”



Bêyî pêşmerge operasyona Hewîce nabe



Westa Resûl bi navê Hêzên Pêşmerge, ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê re pêşniyar kir, ku ji bo kontrolkirina navçeya Hewîceyê komîsyoneke hemahengiyê di navbera herdu aliyan de were avakirin.



Resûl da xuyakirin, ku ne Artêşa Iraqê bêyî pêşmerge, ne jî pêşmerge bêyî Artêşa Iraqê nikarin bi tenê operasyona Hewîce bikin.

Rudaw
Top