Parlamenterekî Kurdistanê: Îranê ji me re got ku ava Pişderê êdî mîna berê nabe
Parlamenterê Kurdistanê Şivan Qeladizêyî ji BasNewsê re got, zêdetirî hefteyekê ye Îranê ava devera Pişder ya Başûrê Kurdistanê qut kiriye, ji ber ku li ser çemê Zêyê Biçûk bendav çêkiriye. Ev jî bûye sebeba kêmbûna avê û derketina gelek kêşe û tengaviyan.
Şivan Qeladizêyî da zanîn ku heta niha du caran bi rayedarên Îranê re li ser vê kirîz hevdîtin kirine û got, cara dawî min bi telefonê ligel konsolê Îranê yê Hewlêrê, ku niha li Tehranê ye, li ser vê kirîzê axivî. Wî li ser zarê wezîrê çandiniya Îranê ji min re got ku av çemê Zêyê Biçûk tenê bo tûrbînên bendavê hatiye girtin ne bo çandinî û avdaniyê.
Wî parlamenterê Kurdistanê her wiha ragihand ku wî dîplomatê Îranê jê re gotiye ku dê hinek av berdin lê êdî mîna berê hemiyan bernadin.
Îranê li bajarê Serdeştê li ser çemê Ziya Biçûk bendavek çêkiriye. Ji ber vê yekê ava devera Pişder ya Başûrê Kurdistanê bi taybet ava bajarokê Qeladizê gelekî kêm bûye.
Basnews
