• Saturday, 21 February 2026
logo

Birêt Mekgorkî seredana bajarê Reqqe kir

Birêt Mekgorkî seredana bajarê Reqqe kir
Nûnerê taybet ê serokê Amerîka di hevpeymanîya dijî DAIŞê de seredana bajarê Reqqe kir û di gel civata medenî ya bajarî û fermandarên HSDê kombû.
Ajansa Hawar belavkirîye Birêt Mekgork nûnerê taybet ê serokê Amerîka bo şerrê dijî DAIŞê Îro bi serokayetîya şandeka serbazî ya îdareya Amerîka, gehişte bajarê Reqqe yê Sûrî û di gel fermandarên serbazî ên HSDê û civata medenî ya wî bajarî kombû.
Daye zanîn jî ku kombûn dûr ji ragihandinê hatin kirin û babetê kombûnan jî nehatîne zanîn.
Operasyona rizgarkirina navenda bajarê Reqqe ku bi paytexta DAIŞê tê naskirin,di yekem heftîya vê mehê da destipêkrîye û ta niha jî berdewame, li gorî amarên HSDê ta niha 25% ya wî bajarî, ji DAIŞê hatîye paqijkirin.

War.tv
Top