Hêzên PKKê di rojên cejnê de çalakvanek siyasî yê kurd li Qamişlo girtin binçava!
Çavkaniya ku nexwast navê wî bê aşkera kirin ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gundê Çilaxa yê ser bi Qamişlo, hêzên ser bi PKKê şeva sêşema borî yek ji çalakvanên Partiya Yekitiya kurd li Sûriyê Ehmed Kawa binçav kirine.
Herwaha got, ew çalakvan di dema serdana mala hevaleke xwe ya cejna Remezanê de, ji aliyên hêzên asayîşa PKKê ve hatiye binçav kirin û ti sedemek bo binçav kirina wî jî diyar nekirine.
Roja şemiya borî jî rêxistina Lêborîna Navnetewî di raportekê de belav kir, hêzên PYDê yên ser bi PKKê helmetek wan a berfireh heye bo girtina çalakvanên siyasî yên Kurdistana Sûriyê.
Rudaw
