• Saturday, 21 February 2026
logo

Rêveberên sune hevpeymaniyek nû pêktînin!

Rêveberên sune hevpeymaniyek nû pêktînin!
Bi armanca pêkanîna hevpeymaniyek siyasî ya nû hêzên sune yên Iraqê amadekariyan dikin ku kongreyekê rojên pêş de li Bexdayê pêkbînin, ku kesên ji aliyê dadgehê ve hatine bang kirin jî beşdar dibin.

Rêveberê hevpeymaniya hêzên Iraqê yên sune Ehmed Mesarî ragehand: ‘’Hevpeymaniya nû nûnerên wan parêzgehan di nav xwe de digre ku ji aliyê DAIŞê ve hatine dagir kirin.’’

Navborî got, hevpeymaniya nû zêdetir ji 300 kesayetên siyasî û eşîretên sune di nav xwe de digre, ku piraniya wan parlamenterin û hejmarek ji wan jî yekem care dikevin nav qada siyasetê.

Li gor zanyariyên bidest ketine ew rêveberên sune hevpeymaniyek sê dosyayên serekî dê gotûbêj bikin.

Biryare kongre di nîvê meha Tîrmehê de li Bexdayê dê pêkbê û nûnerên parêzgehên sune dê beşdar bibin.

Basnews
Top