• Saturday, 21 February 2026
logo

Tirkiye xwe amade dike êrişî hêzên YPGê bike

Tirkiye xwe amade dike êrişî hêzên YPGê bike
Arteşa Tirkiyê dê êrişî hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên li Rojavayê Kurdistanê bike.

Rojnameya “Sabah” ya Tirkiyê, ku nêzîkî hikûmetê ye, ragihand ku Arteşa Tirkiyê û Arteşa Azad a Sûrî li dijî YPGê dest bi amedekariya operasyoneke berfireh kirine.

Di çarçoveya operasyonê de hejmarek zêde wesaîtên zihî, tank, top û hêzên leşkerî yên Tirkiyê li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê hatine bicîhkirin.

Li gor wê rojnameyê , arteşa Tirkiyê dê piştî Cejna Remezanê digel Arteşa Azad a Sûrî êrişî bingehên YPGê yên li Efrîn, Tel Rifat û hinek deverên din bike.

Duh Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu gotibû, dê di çend rojên bê de li hemberî rêxistinên terorê dest bi operasyonên dijwartir bikin.

Basnews
Top