• Saturday, 21 February 2026
logo

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawiya Abdulwahîd Giwanî

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawiya Abdulwahîd Giwanî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata birêzê kak Abdulwahîd Giwanî

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawiya Kek Abdulwahîd gihîşt me. Xwedê jêrazî di demên teng da li salên berî raperînê, raste rast peywendî bi min ve hebû û li raperînê da jî ji bo gihandina rênimayî û tewcîhat ji bo rêxistinên nihêniyên navxwe rolekî diyar û ber bi çav hebû. Li salên piştî raperînê jî wekî Pêşmerge û kadîr û paşê jî wekî Qaymeqamê Çoman rolekî xwe yê diyar hebû û ji bilî wan jî wekî damezrîner û Serokê Komeleya Çavdêriya Kêmendamên Soran û paşê jî li damezrandin û birêvebirina National Park Helgurd – Sekran, xizmetekî dilsozane pêşkêşî gel û welatê xwe kir.

Li vê helkefta xemgîn da pirse û serxweşiyê bi malbata we ya têkoşer û hemû xizm û kesukar û rêhavalên Kek Abdulwahîd û xelkê niştîmanperwerê devera Soran û Balekayetî radigihînim û beşdarê xema we me.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruh û giyanê Kek Abdulwahîd bixe ber dilovaniya xwe û sebir û dilnewayî û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)


Mesûd Barzanî
26.06.2017
Top