• Saturday, 21 February 2026
logo

DAIŞê êrişî çend taxên Mûsilê kir

DAIŞê êrişî çend taxên Mûsilê kir
Çekdarên DAIŞê êrişî ser çend taxên aliyê rastê yê Mûsilê kir û saziya ragihandina şer jî daxuyaniyek belvkiriye û dibêje rewş dibin kontrolê de ye.

Hijmarek ji çekdarên DAIŞê hewladan derbasî nava taxa Tenek bibin, lê hêzên dije terora Iraqî li hember wan derketine û bi alîkariya balafirên şer ew çekdar dorpêçkirine.

Li gorî daxuyaniya saziya ragihandina şer hejmarek ji wan çekdaran ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve hatine kuştine.

Saziya ragihandina şer diyar kir ku niha rewş di bin kontrolê de ye.

Ji aliyê din, operasyona kontrolkirina Mûsila Kevin berdewam e.

Berdevkê Fermandeyiya Operasyonên Hevpar a Iraqê Yehya Resûl, daxuyaniyeke dengî belav kir û diyar kir ku, "Rêxistina terorî DAIŞ li navenda Mûsilê tenê ji sedî 1ê kontrol dike.

Resûl bal kişand ser wê yekê ku Artêşa Iraqê qismekî herêma Farûq û Meşahdeya li rojavayê bakurê Mûsilê jî kontrol kirine û polês jî ji aliyê rojava ve pêşde diçin.

Resûl got tenê herêmên Nebî Cercîs, Serçexane, Resul Hur, Bab El Top û Meşahde qismen di destê rêxistinê de mane.

Devera ku wek Mûsila Kevn tê zanîn gelek sivîlan di xwe de dihewîne.

Rudaw
Top