Çavê Îranê li Şingalê ye
Pêşveçûna hêzên Heşda Şeibî ya ber bi arasteya Şengalê ve, derketinan dîmenên Fermandeyê Giştî yê Supaya Qudsê, Qasim Suleymanî ya li ser sînorê Sûriye û Iraqê, Rêberê Komara Islamî ya Îranî kêfxweş kir.
Kêfxweşiya Ayetullah Xamineyî ji ber wê yekê bû, ku bi nerîna wî, plana Îranê ya bi hev ve girêdana Tehran, Bexda, Şam û Beyrûtê dibe ku bicih were.
Bijardeya yekemîn ya Îranê ya ji bo bi hev ve girêdana van paytextan, ew rê ye ku ji parêzgeha Enbar re derbasî bajarokê Elbû Kemal a parêzgeha Dêre Zorê ya li Sûriyê dibe.
Lê guhertinên çend rojên bûrî diyar dike, ku dibe vekirina vê rêyê ji bo Îranê ne ew hinde hêsan be. Sedema vê yekê jî stratejyaya Amerîkayê ya ku li Sûriyê peyrew dike.
Di dawiya Îlona 2015ê de, Rûsyayê di warê leşkerî de bi awayekî rasterast kete nav şerê Sûriyê. Plana xwe ya ji bo alîkariya Artêşa Sûriyê bi mebesta kontrolkirina bajar û bajarokên vî welatî berceste kir. Piştî vê pêngavê, Amerîkayê dest bi cîbicîkirina stratejyayeke cuda kir. Plana Amerîkayê avakirina binkeyên leşkerî û herwiha bihêzkirina pêgeha xwe ya li ser sînoran, bi taybetî navbera Iraq û Sûriyê bû. Ev pêngava Amerîkayê ji bo stratejiya Rûsyayê ya Sûriyê tê wateya şikestineke mezin. Ji ber ku Rûsya ti sûdekê ji Sûriyeke wêranbûyî wernagre, eger sînor ji aliyê neyaran ve bêne kontrolkirin, palana wî binav dibe. Her ji bo vê yekê, roja Pêncşema borî, Rûsyayê pêşniyarek pêşkêşî Amerîkayê kir û razî bû, ku Artêşa Amerîkayê li Tenefê bimîne û guvaşan bixe ser Îran, Hizbullah û milîsên ser bi Îranê ve daku ji bakurê rojhilatê Sûriyê, wate li nêzîkî sînorên Iraqê, vekişin. Ev yek tê wê wateyê, ku bijardeya yekemîn a Îranê ya ji bo vekirina rêya di navbera çar paytextan de, rastê şikestinê dibe. Bijardeya duyemîn a Îranê ew e, ku van paytexta bi rêya Şengalê bi hev ve girêbide. Tehran ji bo vê armancê, li herdu aliyên sînor pêgeha hêzên nêzîkî xwe xurt dike. Îran bi armanca vekirina riya Şingalê, di nava Iraqê de alîkariya Hêzên Heşda Şeibî dike, hewl dide pêgeha wan xurt bibe û sînorê aliyê Iraqê yê Sûriyê, bikeve bin kontrola wan. Li nav sînorê Sûriyê jî Tehran di warê darayî, çek û teqemeniyan de, piştgiriya hêzên Heşda Sunne dike. Ev hêz li parêzgeha Hesekê di bin fermandariya rasterast a Îranê de hate damezrandin. Alîkariya mezin a Îranê ji bo wan hêzan, wiha kir ku roj li pey rojê bihêztir bibin. Her ji bo vê sedemê ew roj ne dûr in ku ev hêz hewl bidin rexê Sûriyê yê sînorê Şengalê kontrol bikin. Bi kontrolkirina vê rêyê armanceke din a Tehranê heye; ew jî guvuşaxitina ser Hewlêrê ye û hewldana ji bo kêmkirina rola wê li navçeyê, herwiha li ser asta cîhanê jî.
Rudaw
