Qeterê 45 welatiyên Tirkiyê dersînor dike
Qeterê 45 welatiyên Tirkiyê yên ku hinek ji wan bi salan in li Qeterê dijîn, bi bihaneya peywendî ligel Tevgera Gulen hene dersînor kirin. Dema ew kes derbasî Tirkiyê bibin, wê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bên girtin. 2 ji wan kesên ku vegeriyane Tirkiyê, li firokxaneyê hatin binçavkirin.
Dersînorkirina van kesan di demekê de ye ku welatên Kendava Erebî dorpêç li ser Qeterê danîne û li beramberî vê yekê Tirkiyê hem serbaz û hem jî kelûpelên xwarinê ji Qeterê re şandine.
K24
