• Saturday, 21 February 2026
logo

Erdogan: Haya me ji lîstokên li Sûriye û Iraqê heye

Erdogan: Haya me ji lîstokên li Sûriye û Iraqê heye
Serokomarê Tirkiyê Recep Yayyip Erdogan got: Haya me ji lîstokên li Sûriye û Iraqê tên lîstin, heye. Tirkiye welateke mezin e û bi lîstokên wiha nayê daqurtandin. Em ê di qadê de bersiva van lîstokan bidin.”



Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand û diyar kir, ji ber qeyranên mirovî vê cejnê jî bi xembarî derbas dikin.



Erdogan da xuyakirin, ku bi tevê qeyranên dîplomatîk û pirsgirêkên ewlekariyê ew mijarên derbarê jiyana rojane ya hevwelatiyan jî piştguh naxin, giringiyê didin geşedana Tirkiyê da ku bigihin armancên 2023yê.



Serokomarê Tirkiyê di peyama xwe de got: “Haya me ji lîstokên li Sûriye û Iraqê tên lîstin, ji senaryoyên li herêmê tên nîşandan heye. Lê em hêvî dikin, ku hemû kes vê rastiyê dizane. Tirkiye pariyeke mezin e ku bi lîstokên wiha nayê daqurtandin.”



Erdogan diyar kir, ku ew bi biryar in û dê li qadê bersivê bidin wan aliyên hizir dikin Tirkiyê bi xefikên wiha teslîm bigrin.

Rudaw
Top