• Saturday, 21 February 2026
logo

Piştî sê salan cardin petrola Kurdistanê derbasî Amerîka bû

Piştî sê salan cardin petrola Kurdistanê derbasî Amerîka bû
Hat zanîn ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo Amerîka cardin dest pê kiriye.

Rojnameya Washington Post Bloomberge, ku nûçeyên aborî belav dike, ragihandiye, hefteya borî keştiyek tijî petrola Başûrê Kurdistanê ji bendera Ceyhan ya Tirkiyê berê xwe daye Amerîkayê.

Li gorî agahiyên wê rojnameyê, barê keştiyê derdora 600 hezar bermîl bûye û berê xwe daye Amerîkayê.

Hinartina petrola Kurdistanê bo Amerîka di demekî de dest pê kiriye ku sala 2014 dema çend keştî petrola Kurdistanê derbasî Amerîka bibûn, hikûmeta Iraqê li dadgehê gilî kiribû, ji wê demê ve heta niha hinartina petrola Kurdistanê hatibû sekinandin.

Hikûmeta Bexdayê wê demê gotibû ku heta rizamendiya me nebe Kurdistan nikare nefta xwe bifroşe.

Nêzîkbûna roja referandoma serxwebûna Kurdistanê girîngî û hesasiyeta vê pêngava Hikûmeta Kurdistanê zêdetir dike.

Referandom roja 25 Îlona îsal tê encamdan, tam sê meha maye bo referandomê.

Basnews
Top