• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka: Ji bo girtina Reqayê HSD hêza herî baş e

Amerîka: Ji bo girtina Reqayê HSD hêza herî baş e
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand, ku ji bo kontrolkirina bajarê Reqayê, welatê wê Hêzên Sûriyeya Demokratîk weke hêza herî giring dibîne. Nauert got: “Wan rûbereke mezin a axa Sûriyê ji DAIŞê stendine.”

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert li Washingtona paytext civîneke çapemeniyê saz kir û bersiv da pirsên Berpirsê Nivîsîngeha Rûsawê li Washingtonê Namo Ebdullah.

Rûdaw: “Balyozê berî yê Amerîkayê li Sûriyê Robert Ford derbarê polîtîkaya Amerîkayê ya Sûriyê de daxuyaniyên giring dane. Ford dibêje Esed serkeftiyê şerê Sûriyê dibe, Amerîka jî hevpişkên xwe piştguh dixe. Bi taybetî jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Gelo hûn li ser vê yekê çi dibêjin?

Heather Nauert: Agahiyên min ji daxuyaniyên Robert Ford nînin. Ez dizanim, ku Amerîka pişrgiriyê didde hevpişkên xwe yên hevpeymaniyê, ku rûbereke giring a axa Sûriyê ji destê DAIŞê derxistine. Em vê tiştê han didin û ew jî bi projeyeke dûrûdirêj dibe. Di şevekê de ev proje bidawî nabe.”

Rûdaw: Tu dixwazî hevpeymanên xwe piştrast bikî, bi taybetî jî Hêzên Sûriyay Demokratîk, ku Amerîka piştî têkbirina DAIŞê wan piştguh naxe

Heather Nauert: Hêzên Sûriyeya Demokratîk hêzeke şerker a bi bandor in. Ji bo girtina Reqayê em HSDê weke baştirîn hêza leşkerî dibînin. Em ji nêzîk ve ligel wan kar dikin. Wan li navçeyên xwe karên baş kirin lê ez dîsa jî nikarim garantiya paşerojê bidim.


Rudaw
Top