PKKê li Dêrsimê agir berda barhilgira komirê
Êvara roja derbasbûyî (22-06-2017) gerîlayên PKKê, li Xozmereka 15 kîlometre dûrê navenda Dêrsimê, rêya Dêrsim û Pulumurê ji hatinçûnê re birîn.
Di dema çalakiyê de gerîlayan TIRa ku bare wê komir bû, dane ber agir. Li gorî agahiyan tiştek bi şofêrê TIRê nehatiye.
Piştî vê çalakiyê rêya Dêrsim û Pulumurê ji hatinçûnê re hate birîn û herwiha hêzên ewlekariya Tirkiyê ji esman û bejahiyê ve dest bi operasyonê kir.
Rudaw
