Li Afganistanê bi wesayîta bombeyî êrîşek pêkhat: 26 kuştî
Li bajarekî bi navê Leşkergah ya navçeya Helmend a Afganistanê li pêşiya bankeyekî wesayeteke tije bombe hat teqandin.
Tê diyar kirin ku di êrîşa Banka nû ya bi navê Kabul pêk hatiye de herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest dane. Herwaha hat ragehandin ku ji 50 kesan zêdetir jî birîndar ji bo nexwaşxaneyan tên şandin.
Êrîş dema ku kardarên dewletê û xwendekaran mûçeyê xwe werdigirtin de pêk hat. Rayedarên herêmî diyar kirin ku di êrîşê de, leşker, polîs û sivîl hene.
Êrîş ji aliyê kîjan rêxistinê ve hatiye encam dan hîna diyar nebuye. Banke berî naha hem ji bo Talîban hem jî ji bo DAIŞê hatibu rewşeke armanc û hedef girtinê.
basnews
