• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokê Parlamentoya Iraqê ji bo referandûma Kurdistanê şert danî

Serokê Parlamentoya Iraqê ji bo referandûma Kurdistanê şert danî
Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî ragihand, ku ew li dijî parçebûna Iraqê ye û bi merc piştevaniya giştpirsiya Herêma Kurdistanê dike.

Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî di civîneke çapemeniyê de derbarê giştpirsiya Herêma Kurdistanê ragihand, ku ew hemû projeyên ku Iraqê dabeş dikin qebûl nake û got: “Ez ne li dijî ti parêzgehekê me ku bixwaze referandûmê bike. Lê bi mercê ku vegere Destûra Iraqê.”

Derbarê hilbijartinên Iraqê û civatên parêzgehan de Cibûrî mikûr hat, ku zehmete hilbijartinên civata parêzgehan di dema xwe ya destnîşandkirî de werin encamdan.

Cibûrî diyar kir, ku li gorî destûra Iraqê hilbijartinên parlamentoyê her çar salan carekê tên kirin, heta niha ti daxwaz an jî egerek ji bo paşxistina wan nîne.

Selîm Cibûrî pesna geştên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên ji bo Siûdiyê û Îranê da û ev geşt weke vekirina asoyekê ji bo alîkariya navdewletî, li ser binemayên rêzgirtin û parastina serweriya Iraqê, pênasekir.

Rudaw
Top