5 Kurdên Êzidî li Reqayê ji dest DAIŞê hatin rizgarkirin
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî li Duhokê, Hisên Koro di daxuyaniyekê de ragihand, îro sêşembiyê 20ê Hezîranê, 5 kesên din ji Kurdên Êzidî li bajarê Reqayê ji destê çekdarên DAIŞê hatine rizgarkirin.
Hisên Koro got, her 5 kes gihîştine cihekê ewleh û biryar e sibe çarşembiyê 21ê Hezîranê bigihîjin nav malbat û xzim û kesên xwe.
Koro da xuyakirin, ku ji wan 5 kesên rizgarkirî, 2 jin in, yek ji wan keçeke 16 salî ye û 2 kes jî zarok in.
Bi gotina Koro, 4 ji wan kesan xelkê gundê Koço yê ser bi navçeya Şingalê ve ne, û yek jî xelkê bajarokê Gir Ozêr e.
Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, heta niha 3 hezar û 20 Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.
Rudaw
