Hoşyar Zêbarî pêşwazî li konsolê Îranê kir
Hoşyar Zêbarî îro li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, li Hewlêrê li mala xwe pêşwazî li konsolê Îranê li Hewlêrê Murteza Ebadî û şanda pê re kiriye.
Zêbarî, ku dê bibe serokê komîteya referandomê jî, daye zanîn ku bi şanda îranî re behsa pêwendiyên Îran, Herêma Kurdistan û Iraqê her wiha behsa referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê kiriye.
Îran yekemîn welat e ku bi eşkere dijîtiya xwe bo encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê nîşan daye.
Basnews
