Rojnamevanekî din yê Kurd li Mûsilê şehîd bû
Ji 2 rojan ve hêzên ewlehiya Iraqê karîn biçine nava taxa Mûsila Kevin û şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstên DIŞIê berdewam e.
Îro di encama wî şerî de, rojnamevanê Kurd Bextiyar Hedad şehîd bû û 2 rojnamevanên Fransî jî birîndar bûn, ku Bextiyar wek wergêr ligel wan kar dikir.
Tîma televizyona France2 ku ji çend hefteyan bo romalkirina şerê Mûsilê li Kurdistanê ye, îro di dema romalkirina şerê li taxa Mûsila Kevin û ji ber teqîna bombeyekê, herdu rojnamevanên Fransî birîndar bûn û Bextiyar Hedad jî ku wek wergêr ligel wan kar dikir şehîd bû.
Bextiyar Hedad ji xelkê Hewlêrê ye û kurê nivîskarê Kurd Dr. Ebdulah Hedad e.
