• Saturday, 21 February 2026
logo

Çavdêrek siyasî: Eger êrîş li ser binkeyên PDKê pêknehatiba, rê li vegera Yusif Mihemed nedihate girtin

Çavdêrek siyasî: Eger êrîş li ser binkeyên PDKê pêknehatiba, rê li vegera Yusif Mihemed nedihate girtin
Çavdêrek siyasî behsa vê yekê dike ku beşek serekî yê sedemê rê nedana ji Yusif Mihemed a Hewlêrê, peyvendiya xwe bi êrîşa li ser binkeyên PDKê li Silêmaniyê ve heye û bo rê girtina wa pirsgirêkan ku neyên veguhestinê bûye.

Çavdêrê siyasî û endamê berê yê komîteya navendî ya hizba şûî ango Komînîstên Kurdistanê Dilêr Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hin pirsgirêkên siyasî hene di navbera partiyên li herêma Kurdistanê de ku sedemê serekîne di pêkhatine krîzê de, ku ew partiyane naha jî nekarîne têbigehin ku sîstema demokratîk û yek qebûlkirin û pejiarandin dê xizmetê ji gel re bike. ‘’

Derbarê sedemê daxistina parlamentoya Kurdistanê de jî Dilêr Heme Şerîf ku endamê berê yê parlamentoya Kurdistanê bûye ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dem pirsgirêk li Silêmaniyê pêkhatin, hewldanên cidî hatin dayîn ku ew pirsgirêk neyên veguhastin bo navçeyên din ên Kurdistanê, beşek ji wan jî peyvendiya xwe bi çawaniya rêveberina serokatiya parlamentoyê ve hebûn, ku alî rêk nedikevtin, bi taybet piştî civîna ku pêwîstbû 5 partî rêkeftiban, ku rûniştina dawiyê derbas bikin.’’

Herwaha got, beşek sedemê daxistina parlamentoya Kurdistanê jî peyvendiya xwe bi rewşa Silêmaniyê ya wê demê ve hebû.

Ji aliyeke din ve serokê lîsteya partiya geşepêdana Tirkme li parlamentoya Kurdistanê Mihemed Sededîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’Eger êrîş li ser binkeyê PDKê li Silêmaniyê pêknehatiba, herwaha ew rêkeftina ku PDK li gel Gorran hebû bo çalak kirina rêkeftina li ser pirsên serekî, wê demê PDKê rêkeftin hilnediweşand.’’

Herwaha got: ‘’Ew bûyera li Silêmaniyê pêkhat, bandorek bû, ji ber li gel êrîş kirina ser binkeyên PDKê, berî jî PDKê Gorran û aliyên din agahdar kiribûn ku civînên parlamentoyê nabe bê hemahengî birêve biçe.’’

Berî naha jî şêwirmendê parlamentoya Kurdistanê Dr. Medhet Silêman ji BasNewsê re ragehandibû ku rê nehate dayîn Yusif Mihemed biçe Hewlêr ku ew rewşa alîgirên Gorran li Silêmaniyê û navçeyên din ava kiribûn û binkeyên PDKê dişewitandin, gefa şewitandina binkeyên partiyên din didan, rê ji Yusif Mihemed re nehate dayîn ku heman tişt ji Hewlêr û navçeyên din re neyê veguhestin.

Basnews
Top