800 girtiyên DAIŞê di zîndanên Duhokê de ne
Beşek ji wan tometbaran di dema şer de hatine destgîrkirin. Lê herî zêde ew kes in, ku di nav pêla koçberên Mûsil û Tileferê de hatine bajarên Herêma Kurdistanê. Tenê di meha Gulanê de nêzîkî 100 çekdar û alîgirên DAIŞê di nav koçberên Tileferê de hatine Herêma Kurdistanê û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin.
Çavkaniyeke agahdar ji dosyeya girtina endamên DAIŞê li parêzgeha Duhokê ji Rûdawê re got: “Di destpêka operasyona Mûsilê de piraniya koçberên ku ji Mûsilê reviyan û hatine Herêma Kurdistanê, jin û zarok bûn. Ji ber ku baweriya zilaman bi DAIŞê hebû. Lewma ji Mûsilê derneketin. Hinek ji wan çeka DAIŞê jî rakiribû. Lê niha di nav koçberan de zilan ji jin û zarokan zêdetir in. lewma jî guman heye çekdarên DAIŞê jî xwe di nav koçberan de veşartibin. Hinek ji wan mikûrtên ku çekdarên DAIŞê bûne lê dest jê berdane.”
Bi gotina vê çavkaniyê, tenê di meha Gulanê de 100 kes bi tometa endamtiya DAIŞê hatine destgîrkirin. Di nav wan de kesên “emîrê DAIŞê” jî hene. Herwiha di nav girtiyan de 5 jin jî hene, ku rasterast hevkariya DAIŞê kirine.
Zîndanên Duhokê tejî ye
Rêveberê Şaxê Duhokê ya Rêxistina Mafê Mirovan Hemdî Berwarî ji Rûdawê re got: “Zîndanên Duhokê bi tometbarên DAIŞê tejî bûye. Niha 500 kes bi tometa endamtî an jî pêwendiya ligel DAIŞê di bin çavan de ne. Ji bilî vê, 320 kes hatine dadgehkirin û ceza wergirtine.”
Hemdî Berwarî eşkere kir, ku di nav girtiyan de kurd jî hene û diyar kir: “Ti çekdareke DAIŞê yê kurd nîne. Wan kurdan tenê hevkariya DAIŞê kirine. Ji bilî vê 50 zarok û nûciwan jî hene ku bi vê tometê hatine girtin.”
Li gorî gotina Hemdî Berwarî, ji piraniya çekdarên DAIŞê re cezayê sêdaredanê hatiye birîn. Cezayê herî kêm jî ya hevkariyê ye û ew jî 5 sal e.
Parêzerên kurd berevaniya wan dikin
Li gorî yasayan, eger parêzerên tometbaran nebin, divê roja dadgehkirinê, dadgeh bixwe ji wan re parêzer peyda bike û heqdestê parêzer jî ji xezîneya dewletê tê dabînkirin. Parêzerê ti girtiyeke DAIŞê nîne. Lewma parêzerên kurd bi neçarî dibin parêzerên wan û berevaniya wan dikin.
Parêzer Hejar Subhî, ku heta niha di dadgehkirina 5 tometbarên DAIŞê de bûye parêzerê wan, dide xuyakirin: “Pir zehmet e, ku mirov di dadgehê de parêzeriya tometbarekê DAIŞê bike. Lê ev yasa ye û em jî tenê erkê xwe yê yasayî bicîh dikin.”
Hejar behsa hestên xwe yên dema parêzertiya çekdarekî DAIŞê dike û dibêje: “Bi rastî dema ez tawanên DAIŞê tînim bîra xwe, berevanîkrina endamekê wan hesteke pir nexweş dide min.”
Tometbarên DAIŞê bi kîjan yasayê tên dadgehkirin
Di sala 2006ê de Parlamentoya Kurdistanê “Yasaya Tekoşîna li Dijî Teorê” derxist. Di xala 17 a vê yasayê de hatiye gotin, ku ev yasa ji bo 2 salan e. Lewma her 2 salan carekê yasa tê dirêjkirin. Herî dawîn jî ev yasa di sala 2014ê de ji bo heta 16ê Tîrmeha 2016ê, hatibû dirêjkirin.
Dadwerê Lêkolîna Tawanên Terorê yê Dadgeha Duhokê Sidqî Kerîmxan dibêje: “heyama Yasaya Tekoşîna li Dijî Terorê di dîroka 16-07-2016ê de bidawî bûye. Lewma girtiyên tometa DAIŞê li gorî vê yasayê nayên darizandin. Heyama yasayê ji aliyê parlamentoyê ve nehatiye dirêjkirin. Lewma niha tometbarên terorê li gorî madeya 111 a ya Yasayên Sezayê yên Iraqê tên darizandin.”
Rudaw
