• Saturday, 21 February 2026
logo

Ruhanî peyamek ji emîrê Qeterê re rêkir

Ruhanî peyamek ji emîrê Qeterê re rêkir
Serokomarê Îranê peyamek bi devkî ji emîrê Qeterê re rêkir û berpirsek payebilind ê Îranê serdana Qeterê dike.

Duh êvari 17.06.2017ê wekîlê wezîrê derve yê Îranê yê karûbarê ereb û efrîqî Husên Cabrî Ensarî li Dohayê li gel emîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Bin Xelîfe El Sanî civiya.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Qeterê Husên Cabrî Ensarî peyamek bi devkî ji Hesen Ruhanî bo Temîm Bin Hemed Bin Xelîfe El Sanî aniye û ti zanyariyek derbarê wê peyamê de nehatiye belav kirin.

Serdana wekîlê wezîrê derve yê Îranê, yekem serdana berpirseke Îranî ye piştî krîza Qeterê.

basnews
Top