Ji ber axavtina Newrozê 2 sal cezayê girtîgehê bo Altan Tan hat dayîn
4emîn Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Rihayê 2 sal cezayê girtîgehê da Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Altan Tan.
Doz duh (15ê Hezîranê) li Edliyeya Rihayê hat dîtin û dadgehê biryar girt ku cezayê Altanî bipaş bixe.
Tan ji ber axavtina xwe ya 21ê Adara 2012ê li Rihayê di bernameya Newrozê de dihat darizandin. Dadgehê doz bi sûcê ku axavtina Tanî “gel tehrîk dike ku kîn û dijminahiyê bikin”.
