HPG: Me 19 leşkerên Tirkiyê kuştine
Li gor ragihandina HPGê, şeva borî hejmarek leşker ji bajarê Colemêrgê, li navçeya Çêlê derbasî sînorên Başûrê Kurdistanê bûne û di navbera wan û leşkerên Tirkiyê de pevçûnên dijwar rû dane.
Li gor HPGê, di encamê de 14 leşker hatine kuştin. Herwiha di encama teqandina bombeyên bicihkirî de jî 5 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Lê heta niha ji aliyê rayedarên fermî yên Tirkiyê ve derbarê vê mijarê de ti daxuyanî nehatiye dayîn. Çapemeniya Tirkiyeyê jî behsa bûyereka wiha nekiriye.
K24
