• Saturday, 21 February 2026
logo

Fazil Mîranî: Heta ji me bê em bêyî Gorran parlamentoyê aktîf nakin

Fazil Mîranî: Heta ji me bê em bêyî Gorran parlamentoyê aktîf nakin
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî dibêje, heta ji destê me were em bêyî Gorranê parlamentoyê aktîf nakin.

Fazil Mîranî li ser aktîfkirina parlamentoya Kurdistanê û helwesta Gorranê li ser wê mijarê ji televîzyona K24 re got, me û YNKê pêşniyarek pêşkêşî Gorranê kiriye, em hêvîdar in Gorran razî bibe.

Mîranî di bersiva vê pirsê de ku eger Gorran razî nebe dê çi bibe jî got, heta ji destê me were em bêyî Gorranê vê yekê nakin. Em deriyê xwe ji ti kesî re nagirin, hêviya me jî ew e ku kes deriyê xwe li ser me negire.

PDK û YNK dibêjin, bila parlamentoya Kurdistanê bi serokatiya xwe ya niha aktîf bibe, serokê parlamentoyê Yûsif Mihemed, ku endamê Gorranê, serokatiya civîna yekem bike lê paşê dest ji kar berde û yekî din bikeve dewsa wî, Gorran jî vê yekê qebûl nake.

Basnews
Top