• Saturday, 21 February 2026
logo

HSDê taxa Beyatra ya Reqayê rizgar kir

HSDê taxa Beyatra ya Reqayê rizgar kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên wan taxa Beyatra ya Reqayê ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirin.

HSDê roja 6 Hezîranê destpêkirina operasyona bajarê Reqayê ji 3 aliyan ve (Bakur, rojhilat û rojava) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ve ragihand.

Şer û pevçûn Li taxên Qadîsiye, Berîd, Betanî û Hitîn yên li rojavayê Reqayê di navbera HSD û çekdarên DAIŞê de berdewam e.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, ku li wan taxan 10 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, herwiha HSDê otombîleke leşkerî û firokeyeke DAIŞê ya bê firokvan rûxand û gelek çek û çebilxane ketine destê HSDê.

K24
Top