Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Dezgeha (Al Meda) kir
Li vê hevdîtinê de behsa rewşa niha ya Iraq û pêşhatên siyasî kirin û tîşk xistin li ser wan serkeftinên li dijî terorîstên Da'îş de hatine tomar kirin, heman demî de pirsa peywendiyên di navbera Hikumeta Federalî û Herêma Kurdistanê xistin rû û bi taybetî pirsa encamdana referandûm û wan pirsên girîngên dikevin çarçêweya beşdariya siyasî û tewafuqiya niştîmanî.
Serok Barzanî dûpat kir ku pirsa encamdana referandûm mafê gelê Kurdistane û piştî encamdanê jî pêwîstî bi çendîn hevdîtin û danûstandinan dibê li gel hikumeta Iraqê û hemû aliyên peywendîdaran, heman demî de pêwîste kar jî ji bo çareserkirina kêşeyên helawestiyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de bê kirin.
Serok Barzanî pesnê yekrêziya partiyên Kurdistaniyan kir ku bûye sedema rêkkeftina li ser encamdana referandûmê li wê dema ku ji bo wê hatiye diyar kirin û dûpat jî kir guftûgo û rê û şuwênên pêwîst û peywendîdar bi encamdana vê proseyê li van rojan da li ber digrin bi mebesta bihêztirkirina yekrêziya hemû aliyên Kurdistaniyan û beşdarî kirina wan li biryardana çarenûsa xwe.
Li dawiya hevdîtinê de jî tekez li ser girîngîdana baştirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û hikumeta federal û berdewamiya guftûgo û danûstandinên di derbarê pirs û kêşeyên di navbera her dû aliyan kirin û li gel berdewamiya kar û hemahengiya hevbeş ji bo nehiştina terorê li ser axa Iraqê kirin.
