• Saturday, 21 February 2026
logo

Ji HUDA-PARê daxuyaniya referandûma Başûrê Kurdistanê

Ji HUDA-PARê daxuyaniya referandûma Başûrê Kurdistanê
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Mehmet Yavuz, derbarê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de ragihand, divê rêz li biryara gelê kurd re were girtin.

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA-PARê Mehmet Yavuz li navçeya Sîwerega Rihayê, di xwarina fitarê de gotarek pêşkeş kir û derbarê giştiprisya Başûrê Kurdistanê de, ku biryar e di 25ê Îlona 2015ê de were kirin, got: “Em naxwazin ti dewleteke îslamî parçe bibe. Lê eger parçebûn teqez be, dibe pêwendiyên cîrantiyê bi xêrtir bin. Li erdnîgariya îslamî de agirê fîtnebaziyê heye. Eger ev biryar vê agirê xweş bikin, divê mirov hişyarê dema wê be. Lê li derveyî vê yekê, biryar û raya gel neçarî ye.”

Yavûz herwiha got: “Di referandûmê de gelê kurd dê biryara xwe bide. Divê hemû kes rêzê ji vê biryarê re bigre.”

Roja 7ê Hezîrana 2017ê, di civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de, biryar li ser lidarxistina referanduma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê hat dan û roja 25ê Îlona îsal weke roja sazdana referandumê hat diyarkirin.

Rudaw
Top