Di xeta Ermenistan û Azerbaycanê de pevçun: 5 leşkerên Ermenistanê hatin kuştin
Di daxuyaniya wezareta parastina Azerbaycanê de hat diyar kirin, di pevçuna duh de 3 leşkerên Ermenistan hatin kuştin, 2 leşker jî di nexweşxana ku dihatin dermankirin de mirin.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de, hat gotin ku Ermenistanê tenê kuştina 3 leşkerên xwe bi fermî pejirandiye, dervey wê çend leşkerên Ermenî jî bi rengekî giran birîndar bune ji bo nexweşxanê hatibun şandin.
Herwaha li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Azerbeycanê; ‘’Ermenistan wekî hercar ji ber ku ji nerazîbunên çapemeniyê nîgerane, windahiyên xwe di veşêre.’’
Di pevçuna duh de ya eniya Azerbeycan-Ermenîstanê de ji artêşa Azerbaycanê leşkerek hatibû kuştin.
Basnews
