• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanya l Iraqê, pirsa referandûmê û şerê DAIŞê gotûbêj dikin

Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanya l Iraqê, pirsa referandûmê û şerê DAIŞê gotûbêj dikin
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê behsa referandûm, şerê DAIŞê û pirsgirêkên dîrokî yên navçê kirin û li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku “Pirsgirêkên dîrokî yên navçê, zemîneke xweşker bûye, bo derketina hizra tundrewiyê.”

Îro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Frank Baker û Kunsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê dawî pêşhatên deverê û pêşveçûnên şerê li dijî DAIŞê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de, herdu alî hevnêrîn bûn li ser hevahengiya zêdetir bo berdewamiya şerê li dijî terorê û çareseriya tevahiya pirsgirêkên dîrokî ku li deverê zemîneke xweşker bû bo serîhildana hizra tundrewiyê.

Herwiha tekezî li ser wê yekê hate kirin, ku ti bûyer û pêşhate bandorê li ser hevpeymanî û hevkariya herdu aliyan di şerê DAIŞê de nake.

Di hevdîtina Mesrûr Barzanî û Frank Baker de pirsa referandûma Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û behsa li wê yekê kirin ku gelên navçê dibe bi hevqebûlkirin û bi awayekî aştiyane pirsgirêkan çareser bikin, da ku tevahiya pêkhateyên navçê bigin maf û daxwazên xwe.

K24
Top