• Saturday, 21 February 2026
logo

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo malbata Hêdî Mamend Salih

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo malbata Hêdî Mamend Salih
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Hêdî Mamend Salih

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya Mamend Salih bavê we yê birêz gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn ve hevxemî û serxweşiya xwe pêşkêşî we yên birêz û malbata we ya Kurdperwer û xizm û kesukarên we dikim û hevbeşê xema we me.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim bavê we yê xwedê jêrazî bi bihûşta xwe ya fireh şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
16.06.2017
Top