Qeys Xezelî: Ji mafê her gelekî ye çarenivîsa xwe diyar bike
Berdevkê Heşda Şeibî Ehmed Esedî ji K24ê re ragihand: “Metirsiya derketina pevçûnan tune ye. Hevahengiya me ya baş ligel Pêşmerge û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê heye. Dîroka dûr û dirêj ya zêdetir ji 30 salî bi hev re heye, ji ber wê ti rûbirûnek dernakeve. Em hemû jî bi yasa û destûrê pabend in.”
Her derbarê metirsiya derketina aloziyê di navbera hêza Pêşmerge û Heşda Şeibî de, Cîgirê Serokê Deseya Heşda Şeibî Mihdî Muhendis dibêje: “Bi çi awayekî be ev yek nabe. Me bi hev re li dijî rêjîma Sedam û piştre jî li dijî DAIŞê şer kir. Bi ya Xewdê jî bi hev re parêziya yekperçeyîya Iraqê dikin.”
Emîndarê Giştî yê Asayiş Ehil El-Heq Qesy Xezelî jî ji K24ê re got: “Bêgûman em ligel diyarkirina çarenivîsa her gelekî ne, lê em dibînin ku berjewendiya Kurd di mana di nava wî welatî de dibînin. Pêşmerge hêzek e li dijî rêjîma berê qurbanî daye. Niha jî li dijî DAIŞê mil bi mile hêzên ewlehiya Iraqê şer dike. Ti metirsî derbarê derketina pirsgirêkan di navabera Pêşmerge û Heşda Şeibî de nabînim.”
K24
