Bert Koenders: Emê piştgirî bidin Kurdistanê
Şanda Herêma Kurdistanê îro li gel Wezîrê Derve yê Holandê Bert Koenders hatin ba hev.
Piştî hevdîtinê Bert Koenders diyar kir, ku ew dê dayîna perwerdeyê bo hêzên Pêşmerge bidomînin.
Herwiha Wezîrê Derve yê Holandê aşkere kir, ku di civînê de li ser gelek mijaran sekinîne û got: “Armanca me ew e ku di derbarê hin mijaran de em hevkariya xwe pêşve bibin.”
Bert Koenders destnîşan kir, ku ji ber serdanê ew kêfxweş in û got: Em dizanin li herêmê gelek mirov hene ku ji ber DIŞIê êş û jan kişandine û ji cih û warê xwe bûne. Emê alîkariya mirovî jî bişînin Herêma Kurdistanê ku xwedî li gelek koçberan derketiye.”
